Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Ermenistan wê bi DYA’yê re tetbîqateke leşkerî ya hevpar çê bike

Ermenistanê ragihand ku wê hefteya bê bi DYA’yê re tetbîqateke leşkerî ya hevpar çê bike.

Wezareta Parastinê ya Ermenistanê, ragihand ku wê di navbera 11-20’ê Îlonê de tetbîqateke leşkerî ya hevpar a bi navê ‘’Eagle Partner 2023’’ li navenda perwerdehiyê ya Zarê çê bike. Wê ‘’hêzên parastina aştiyê’’ yên Emerîkayî û Ermen tev li tetbîqatan bibin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan Rûsya sûcbar kir ku nikare Korîdora Laçînê kontrol bike ya jî di kontrolkirinê de ne pir bi dil e.

Ev rêya ku Ermenistan û Qerebaxê bi hev û din ve girê dide, ji sala 2020’an ve ku şer dawî lê hatiye di bin destên hêza aştiyê ya Rûsyayê de ye. Lê bi mehan e ku ji aliyê Azerbaycanê ve tê astengkirin.

Ji ber van gotinên ku kirinê Rûsyayê bi tundî rexne li Paşînyan kirin û gazincên xwe yên di der barê tetbîqata leşkerî yan hevpar de anîn ziman.

30 sal in ku Ermenistan û Azerbaycanê li ser kontrolkirina Qerebaxê bi hev û din dikevin.