Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb henekê xwe bi Qatarê kirin

Erebistana Siûdî û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî daxuyanî dan û henekê xwe bi Qatarê kirin ku encamnameya civîna bilind a li Mekkeyê red kiribû.

Di civîna bilind de ya li Erebistana Siûdî, Qatar di asta serokwezîr de hate temsîlkirin. Qatarê diyar kir, Konseya Hevkariya Kendavê û Yekîtiya Ereb der barê encamnameyê de bi wan neşêwirîne, hin xalên di encamnameyê de ne 'li dijî polîtîkaya derve ya Dohane'. Qatarê ragihand, ji ber vê yekê 'îtirazê' li encamnameyê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Siûdî Adil El Cûbeyr li ser Twitterê peyamek weşand û got, "Welat di dema civîna bilind de helwesta xwe eşkere dikin, li gorî kevneşopiyên xwe îtirazên xwe dikin, lê vê yekê piştî civînê nakin."

Wezîrê Karên Derve yê Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Enver Gargaş jî Doha sûcdar kir ku li pêşberî zextan 'qels e'.

Gargaş got ku “Li gorî min tevlêbûna civinan û dengdayîn, piştre vegera ji biryaran, encama zextan e. Belkî jî ji ber van hemûyan pêk tê.”