Erebistana Siûdî û Îsraîl her roj hîn bêhtir nêzî hev dibin!

Prensê Welîaht ê Siûdî Mûhammed bîn Salman îdîayên ku dibêjin, hevdîtinên ji bo asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re hatine rawestandin, rast nîne û diyar kir ku ew nêzî lihevkirinekê ne.

Dema ku Serokê DYE'yê Joe Bîden li New Yorkê bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû re hevdîtin dikir, Prensê Velîaht Salman ji Fox Newsê re axivî û got, "Em her roj hîn bêhtir nêzî hev dibin."

Mûhammed Bîn Salman got, "Ji bo me pirsgirêka Fîlîstînê gelekî girîng e. Em neçar in vê çareser bikin" û diyar kir ku danûstandin heta niha baş dimeşin.

Salman bi dewamî got, "Em hêvî dikin ku hevdîtin bigihêje encameke welê ku jiyana Fîlîstîniyan asayî bike û derfetê bide Îsraîlê ku li Rojhilata Navîn bi rolekê rabe."

Îsraîlê di halê hazir de têkiliyên bi çar welatên Ereb Bahreyn, Misir, Fas û Mîrnişînên Ereb asayî kiriye.