Erdogan xweranegirî û çavsoriya xwe li Qesra Spî jî kir

Di dema serdana Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan a DYA de, komekê li ber Qesra Spî çalakiyeke protestoyî lidar xist. Lê parêzvanên Erdogan hewl da li vê komê bidin û lînç bikin.

Êvara Sêşemê, dema ku Erdogan û Serokê DYA Donald Trûmp li hev rûdiniştin, li ber Qesra Spî çalakiyeke protestoyî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Kujerê zarokan; Erdogan" û "Erdogan û DAIŞ yek in" hatin qîrîn.

Li vê qadê, komeke faşîst jî hebû, ku piştgirî dida Erdogan. Di nava vê koma faşîst de parêzvanên Erdogan jî hebûn.

Parêzvanên Erdogan, ku nîjadperestî, xweranegirî û çavsoriya xwe bi xwe re birin Amerîkayê, êrîşî koma protestoyî kirin.

Ji ber vê êrîşê gelek kes birîndar bûn. Polîsan bi ço dest li parêzvanên Erdogan ên êrîşkar werdan.