‘Erdogan wiha dewam bike wê têk biçe’

Pisporê ewlehî û têkilyên navnetewî Mark Sleboda têkildarî Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan got ku eger hemû cîranên xwe bihêrs bike ‘wê têk biçe’.

Mark Sleboda ji ajansa nûçeyan a Rûs Spûtnîkê re axivî û wiha got; “Rejîma Erdogan hemû potanseya bingeha têkiliyên xwe xirab bi ciranên xwe re bidomine wê têk biçe.”

Sleboda wiha jî got; “Tirkiye çiqas endamê NATO jî be ji wê durket û nêzî şerekî bi DYA re bûye.”

Sleboda têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên 20 Çile di ser Efrînê de jî got: “Fetha neo-osmanlî” û ev jî bêrêzitîyekî li beramberî herêmên desthildatdariya hikûmeta Şamê ye.

Sleboda bal kişand li ser pirsgirêkên Tirkiye yên bi Yewnanîstan, Qibris û Iraqê re û wiha got; “Tirkiye hemû cîran û tifaqên xwe DYA, Rûsya û Yekîtiya Ewropa ji xwe sar kir. Eger gelê Tirk dixwaze Erdogan bimîne ev wê ne tiştekî baş be.”