Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Erdogan jî weke Lukaşenko ji bo berjewendiyên siyasî penaberan bi kar tîne

Endamê Cîhan Collektîvê Jan Theûrîch derheqê drama penaberan a li ser sînorê Polonya-Belarûsê axivî û got tişta ku li vir dibe ji bikaranîna penaberan a bi destê Erdogan ne cihêtir e.

Endamê Cîhan Collektîvê Jan Theurîch ku li kampên penaberan ên Yewnanîstanê bi dildarî xebitiye û ku niha jî rûdanên li sînorên Polonya-Belarûsê dişopîne diyar kir Serokê Belarûsê Lukeşanko weke Erdogan penaberan weke kozekê bi kar tîne. Theurîch got, ‘’Bihara sala 2021’an Lukeşenko ji bo ku li dijî Yekîtiya Ewropayê weke amûreke zextê bi kar bîne gelek mirovên ji herêmên cihanê yên cihê li stareyekê digeriyan li Mînskê kom kir. Ev di navbeyna Yekîtiya Ewropayê û rejîma Lukşenko de lîstika polîtîk a desthilatê ye.

Theurîch bi berdewamî diyar kir Lukeşanko penaberan li welêt kom dike, bi zanebûn berê wan dide ser sînoran, rasterast bi derfetên dewletê wan li otobosan siwar dike û dibe ser sînor. Theûrîch got, ‘’Dibe ku weke kirineke bi darê zorê xuya bike ku penaber têlên direjî radikin lê maneya defakto ya vê çalakiyê ew e ku yasayên penaberiyê yên Yekîtiya Ewropayê ku hê jî sazkar in, li dijî dewleta Polonyayê û Yekîtiya Ewropayê xwe biparêzin. Ji heqê van mirovan e ku xwe biparêzin û derheqê yên mayin divê ji niha û şûn de biryar were dayin. Mirov nikare qebûl bike ku bikaranîna mafên sereke bi hêza leşkerî were rawestandin.’’

Theuîrch bal kişande ser berpirsyariya Yekîtiya Ewropayê û got, ‘’Ji aliyê dî ve Yekîtiya Ewropayê divê li gorî hiqûqa YE’yê û navnetewî biçe û heqê penaberiyê ya van mirovan nas bike. Ev tê maneya naskirina mafê sereke ya van mirovan. YE li dijî mafê serke nikare artêşê bide bikaranîn, nikare bi dengê kûçikan, bi hoporlarên mezin bi anonsên Kurdî û Erebî wan terorîze bike.’’

Theurîch dîmenên li sînorên Polonya-Belarûzê şibande dîmênê li ser sînorên Tirkiyê û Yewnanîstanê û got,’’Dîmenên li wir wan dîmenên serê sala 2020’an ên li ser sînorên Tirkiyê-Yewnanîstanê anî bîra min. Dîktator, çi Erdogan çi Lukaşenko ferq nake, ji bo ku berjewendiyên xwe yên siyasî eynî navgînan bi kar tînin. Ji bo vê ti qîmetê jiyana mirovî namîne.’’