Erdogan ê berê xwe da Cenevreyê kesê ew pêşwazî nekir!

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo tevlî 1’emîn Forma Koçberan a Gerdûnî ya ji aliyê NY’yê ve li Cenevreyê ve bê organîzekirin bibe, berê xwe da Cenevreyê ji aliyê tu rayedarekî Swîsreyî ve nehate pêşwazîkirin.

Bi hevkariya Komîseriya Bilind a Penaberan ya Netewên Yekbûyî û Swîsreyê di navbera 17-18’ê Kanûnê de li Ofîsa NY ya Cenevreyê 1’emîn Forûma Penaberan a Global were lidarxistin. Erdogan ê ku ji bo beşdarî forûmê bibe çû Cenevreyê, ji aliyê tu rayedarekî NY û Swîsreyî ve nehate pêşwazî kirin.

Ji bo Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan û heyeta pêre li balafirgeha Cenevreyê ti bernameyekî resmî ya pêşwazîkirinê nehate lidarxistin.

Li balafirgehê Erdogan û heyeta pêre ji aliyê Sefirê Tirk yê Bernê Îlhan Saygili û Qasidî Daimî yê Tirkiyeyê yê NY Sadik Arsal û komeke Tirk ve hate pêşwazîkirin.

JI BO PÊŞWAZIYÊ ALIGIRÊN XWE KOMKIRIN

Li Otela ku Erdogan lê bimîne jî tu rayedarekî ji NY û Swîsreyê Erdogan pêşwazî nekir. Li pêşiya otelê tenê komeke 30-40 kes yên algirên Erodgan hatibûn komkirin.

Tê payîn ku Serokkomarê Tirk Erdogan roja Sêşemê di forûma ku li Ofîsa NY ya Cenevreyê were lidarxistin, baxive.

Li aliyê din wê roja Sêşemê hatina Erdogan a ji bo Cenevreyê bi çalakiyan were protestokirin.