Erdheja li Karabîkê: Alarma Tsûnamiyê hate betalkirin

Li Karabîkê piştî ku erd bi dijwariya 7.7 pileyî hejiya, alarma Tsûnamî hate dayin. Rîska Tsûnamî hate rakirin.

Erdheja ku li herêma navbera Kuba û Jamaîkayê doh rû da, li gorî Rîchterê bi dijwariya 7.7 pile bû. Paytexta Kuba Havana û bajarê Mîamî yê DYE'yê jî bi erdhejê hesiyan û gelek avahî hatin valakirin. Hate ragihandin ku erdhej bi 10 kîlometreyan li binê erdê rû da.

Piştî erdhejê alarma ji bo Tsûnamyê hate dyain. Lê piştre ev alarm hate rakirin. Li ser xisara ji ber erdhejê agahî bi dest neketin.