Erdheja Endonezyayê: Zêdetirî 70 hezar kes bê mal man
Piştî erheja bi pileya 6.9 ya roja Yekşema borî li girava Lambok a Endonezyayê zêdetirî 70 hezar mirov bê mal man.
Piştî erheja bi pileya 6.9 ya roja Yekşema borî li girava Lambok a Endonezyayê zêdetirî 70 hezar mirov bê mal man.
Li gorî bîlançoya fermî di erdheja Endonezyayê de herî kêm 105 kes mirin û 236 kes jî birîndar bûn. Bi deh hezaran avahî (mal) zirar dîtin.
Rayedaran ragihandin ku têkildarî mijara endamên tenduristî û pêdiviyên bingehîn de pirsgirêkan dijîn.
Piştî erhejê zêdetirî 70 hezar mirov bê mal man û avahiyên zirar dîtî de dirazên. Pirgirêkên xwarin, vexwarin û dermanan heye. Beriya hefteyekê li heman giravê erdhejek çêbûbû û 17 kes mirîbûn.
Girava Lambok a volkanît bi derav û şoprêyên xwe bala tûrîstan dikêşe.