Erdên çandiniyê yên Efrîkaya Başûr têne camwerî kirin

Serokkomarê Efrîkaya Başû Cyrîl Ramaphosa bi guherîna destûrê bêyî ku tezmînatê bide dixwaze camwerîkirina erdên çandiniyê zûtir pêk bîne. Hate gotin ev erd wê li kêmarên reşik û hejaran were belavkirin.

Serokkomar Ramaphosa Sêşemê êvarî di televizyonekê de axivî û got, ‘’Kongreya Netewî ya Efrîkayê bi rêya pêvajoya parlamenter, bêyî ku ziyana wê were dayin, şertên camewerîkrina erdan, ji bo guherîna Destûrê wê pêşniyarê bide’’.

Serokkomar got ev guherîn ‘’dikare rê li ber rabûna aborî jî veke’’ û domand, ‘’Diyar e ku gelê me li ser mijara camewerîkirina erdan, a bêyî ku ziyana wan were dayin, dixwaze Destûr zelaltir be.’’

Li Efrîkaya Başûr mezintirîn xaka biber hê jî di dest cotkarên spî de ye. Li gel ku ev 24 sal in dawî li rejîma Apartheîdê hatiye jî spî 73 ji 100’î ya erdên çandiniyê kontrol dikin.

Tê payin ku bi guherîna destûrê ev erd werin camewerîkrin û li reşik û hejaran were belavkirin. Erdên di behsê de, bêyî ku ziyana wê were dayin camewerîkirin wan li welêt yek ji wan pirsên sereke ye ku gel kiriye du beş.

Hikûmetê heta niha ji bo dewrkirina erdan politikaya ‘razîkirin’ê di navbeyna kirîdar û firoşkar de dikir.

Lê Sibatê zagonçêkeran ji bo erd bê ku telefiya wê were kirin were camewerîkirin, ji bo Destûr dîsa were nivîsin biryar li ser avakirina komîsyonê dan.

Li gorî Rapmaphosayê bi vê guherînê re nedadmeniyek wê were rastkirin, aborî wê rabe, berên çadiniyê û ewlehiya xwe xwedîkirinê wê were zêdekirin.

ANC (Kongreya Netewî ya Efrîkayê) ji bo guherînê ne xwedî piraniya 2 ji 3’yan e. Lê ANC dikarin ji partiya çepgir EFF’yê destê bistînin.