Engîn: Em ê şopdarê Che bin

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê salvegera şoreşa Kubayê pîroz kir, gelê Kubayê slav kir û got Ocalan û PKK şopdarê Che ne û hevrêtiyê bi Che re dikin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn derbarê salvegera şoreşa mezin Kubayê ji ANF’ê re axivî.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Qasim Engîn got şoreşa Kubayê ku 1’ê Çile ya 1959’an bi pêşengiya Fîdel Castro, Che Guevara, Camîlo Cîenfuegos, Vîlma Espîn, Celîa Sanchez pêk hatî, ji bo hemû çewisandiyan bûye fetlonekek. Engîn diyar kir ku gelên Amerîkaya Başûr berxwedêr in û got divê şoreşa Kubayê rast were fêhmkirin.

Engîn diyar kir dema ku Castro parêzer bûye rejîma Batîsta qebûl nekiriye,her wiha wê demê li dadgehekê gotiye, ‘’Heke ev dadgeh dîktatoriya Batîsta nas bike nerewabûna xwe radigihîne. Ev jî wê têkoşîna şoreşê rewa bike.’’

Engîn got Castro wê demê her wiha endamê tevgera ciwanan bûye û diyar kir,’’ Fîdel Castro bi komeke hevalên xwe re 26’ê Tîrmeha 1953’an êrîş dibine ser qijleyeke leşkerî, li Moncadayê.

Beriya êrîşa bi ser qijleyê Castro di axaftineke xwe de dibêje, ‘’Piştî çend saetên dî yan em ê bi ser bikevin an jî têk biçin. Ji bîr nekin, dawî çi dibe bila bibe ev têkoşîn teqez wê bi ser bikeve.’’

Bi êrîşa Moncadayê tê xwestin ku qijleya leşkerî têkeve destê şoreşgeran û çekên ku werin bidestxistin li gel were belavkirin û şoreş were destpêkirin. Lê ev êrîş têne şikandin û gelek hevalên Castro nemir dibin.’’

Engîn her wiha bi bîr xist ku piştî êrîşa Moncada û geşedanên pey wê jî Castro ti caran dev ji têkoşînê neqeriyaye û Castro piştî pêvajoya girtinê çûye Meksîkayê bi navê Tevgera 26’ê Tîrmehê komek ava kiriye û 5’ê Kanûna 1956’an şoreşa Kubayê daye destpêkirin.

Engîn bi bîr dixe, dema ku endamên tevgerê, bi komeke ji 82 kesan pêk hatî dema ku ji Meksîkayê derbasî Kubayê dibin, kemîn li ber wan tê vedan û piraniya komê têne kuştin lê dîsa jî Tevgera 26’ê Tîrmehê bi wêrekî, bawerî, vîn û biryardariyeke xurt meşa xwe kom kiriye, Engîn sedema vê jî wiha şîrove dike ku şoreşgerên Kubayî pir dilsozê sosyalîzmê ne.

Engîn dibêje Che Guevara di rojnivîska xwe de dibêje, dema ku ji Meksîkayê derbasî Kubayê dibin tenê 12 kes ji wan difilitin û Engîn dudiliya Che a wê pêvajoyê wiha dibêje: ‘Derbasbûna ji Meksîkayê ber bi Kubayê ji bo min fetlonekek bû. Heta wê rojê ez doktorek bûm. Dema ku em ketin wê kemînê min xwe neçar dît. An min ê biryar li ser çenteyê tendûristiyê bida an jî li ser guleyan. Wê rojê min biryar da. Min çenteyê tenduristiyê avêt û gule hilbijartin. Ji ber ku, ji bo berxwedanê hewceyî bi vê hebû.’’

QUTBÛNA CHE YA JI KUBAYÊ

Engîn diyar kir ku tê gotin di navbera Castro û Che nakokî hebûne lê ev ne rast e û Che dema ku çûye Kongoyê ji Castro re name nivîsîne û di rojnivîsên xwe de van îdîayan pûç dike. Engîn diyar kir ku Che dixwest giyan azad bike, dixwest ku sosyalîzm û şoreş ne tenê bi Kubayê re sînordar be û ji bo vê jî şoreşgerekî mezin bûye.

EM CHE JI BO XWE ESAS DIBÎNIN

Engîn got Che rexneyên giran li şoreşgeriya dirûşmeyî jî aniye û ev gotina Che bi bîr xist, ‘’Têrê nake ku mirov bibêje, ‘Bijî Vîetnam, bijî gelê Vîetnamê’. Ev tê wê maneyê di serdema Romayê de dema ku gladyator û şêr dihatin pêşberî hev mirov bibêje ‘bijî’. Gotin têrê nake, dirûşm têrê nakin. Heke hûn dixwazin civakekê biparêzin hûn ê dakevin qadan.’’

Engîn dibêje ev gotin îro jî rast in û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan balê dikişîne ser hevgirtina gotin û çalakiyan û kirina gotina xwe û rawesta li pişt kirina xwe rêça Che Guevara ye. Engîn diyar dike ku Che Guevara şoreşgerekî mezin ê sembol û îdol e ku li pey utopyayên xwe çûye û diyar kir, Castro jî şoreşgerekî mezin bûye ku ketibû pey utopayên xwe lê Casttor rewşa polîtîk a reel jî dida ber çavan. Engîn got ew bi sosyalîstiya xwe li Che Guevara ji xwe re esas dibînin û ji niha û pê de jî wê Che ji bo xwe esas bibînin.

Engîn bi bîr xist ku Tevgera 26’ê Tîrmehê bandora xwe li ser tevahiya dinyayê bi taybetî li ser nifşê 68’an kiriye û got şoreşa Kubayê xwedî reseniyekê bû ku ew ji şoreşên dî vediqetand.

Engîn diyar kir ku li Rûsyayê, Çînê û Vîetnamê li ser hişmendiya partî, enî û artêşê şoreş pêk hatiye û got li Kubayê rewş berovajî vê bûye, bi artêşeke berteng a gerîla şoreş pêk hatiye.

Ciwanên 68’an jî bandora xwe li Kurdistanê û Tirkiyê kiribû û ciwanên 68’an bi bayê têkoşîna Che Guevara û têkoşîna gerîla bûye. Engîn ev gotinên Ocalan bi bîr xist: ‘’Beriya bi demekê min lêkolînek kir, min hewl da ku fêhm bikim. Ji ber salvgera mirina 30’î ya Che hewla pênasekirina karekter heye. Jiyaneke tam li gorî daxwaza min e lêgerîna jiyaneke nû ye? Dibe ku hin hêlên wan ji yên me baştir bin lê rêya ku digihîne hev balkêş e. Şoreşgerên Tirkiyê jî hebûn, bi azadiyeke mezin rabûbûn, ev karekterên wiha bûn ku ji nêz ve me ew nas kiribûn, sempatiyeke me a mezin ji bo wan çêbûbû, hê jî em dilsozê bîranînê wan in.

Karekterekî wiha ku hê jî li vir xuya dike û hê jî gelên dinyayê bi hurmeteke mezin bi bîr tînin, li gorî rêgezên wan ên ku jê nehatin xwarê, ku ji bo mirovan, gelan azadî rêgezê van e, ev karakter li dijî wî karekterê pergalê ye ku bi qasî serî lê were şikandin li xwe dibe bar, her tiştî dike meta, her tiştî bi berjewendiya takekesî ve girêdaye.

Mirovê nû, weke ku min gotî, ez dibêjim belkî weke wê be ku dixwazim pêk bînim. Ev girîng in. Mirovekî wiha li hêleke dî ya dinyayê jî be ji bo me girîng e. Em jî hevalên wî yên tîpîk ên gerîla ne. Heman rih, heman hişmendiya azadiyê, heman şer û hem lêgerîna li pey mirovê nû.

Engîn diyar kir ku Ocalan û PKK ya ku Ocalan Rêbertiyê jê re dike şopdarên Che ye û hevrêyên Che ye. Engîn diyar kir ku gerîlatiya Kurdistanê gerîlatiya Che ye û li dijî faşîzmê, emperyalîzmê, kapîtalîzmê û her cure paşverûtiyê tekane çare gerîla ye û bang li ciwanên Kurdistanê û Tirkiyê kir tevlî nav gerîla bibin ku têkoşîna jiyana azad, mirovê azad, dinyayeke bê mêtingeriyê didin.