Endamên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê, Deklarasyona Delhiyê ya Nû îmze kir
Dewletên endamên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê (SCO) ne, di civîna xwe ya 23’yemîn de ku bi rêya vîdeokonferansê li dar xist, Deklarasyona Delhiyê ya Nû îmze kir.
Dewletên endamên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê (SCO) ne, di civîna xwe ya 23’yemîn de ku bi rêya vîdeokonferansê li dar xist, Deklarasyona Delhiyê ya Nû îmze kir.
Serokên welatên SCO’yê, piştî civîna xwe ya bi rêya vîdeo konferansê, deklarasyonek hevpar îmze kir.
Di deklarasyonê de hat diyarkirin ku, dinya gelek vediguhere û ketiye serdemeke wisa ku divê saziyên kûreyî bandora xwe zêde bikin.
Nifûsa dewletên ku endamên SCO’yê bi tevahî 3 milyar û nîv e. Hema bibêje bi qasê nîvê nifûsa dinyayê ye.
Serokê Hindistanê Narendra Modî, îşaret bi pêdiviyên bingehîn û berjewendiyan kir û ev tişt gotin: “SCO, ji sedî 40’ê nifûsa cîhane ye û hema bibêje ji sisêyan yekê aboriya cîhanê temsîl dike. Ji wê boneyê em hemû berpirs in.”
Çîn bi bipêşvebirina rêyên bazirganiyê re mijûl dibe. Li gor Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng, divê hevkariya gumrukê ya di nav rêxistinê de xurt bibe.
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, pêşniyaz kir ku SCO bibe navendeke gerdûnî ya li dijî hemû gefên li herêmê.