Konseya Ewlekariyê ya NY komkujiya Zaxo şermezar kir

Piştî ku Iraqê komkujiya Zaxoyê anî rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Konseyê daxuyaniyek da û êrîş şermezar kir.

Di encama bomberdûmana dewleta Tirk a 20’ê Tîrmehê ya li dijî gundê Perex ê girêdayî bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê de ku ciheke geştyarî ye, pitikek jî di nav de 9 kes jiyana xwe ji dest dabûn û herî kêm 23 kes jî birîndar bûbûn.

Li gel ku gel û rayedarên Iraqê bertekên tund nîşanê komkujiyê dan, hikûmetê herî dawî giliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) kir.

Piştî giliya Bexdayê, KENY’ê roja 25’ê Tîrmehê di daxuyaniyeke nivîskî ya dayî de got, “Endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî êrîşa 20’ê Tîrmeha 2022’an a li parêzgeha Dihokê ya Iraqê bi tundî şermezar dikin. Di êrîşê de 9 sivîl ku di nav wan de zarok jî hebûn hatin kuştin."

Di daxuyanîya ku navê dewleta Tirk nehat dayîn de ev tişt hat gotin; “Endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî hevxemiya xwe ya kûr ji malbatên qurbaniyan, hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Iraqê re xwestin, hêviya başbûna bilez û tam ji birîndaran re xwestin û di derbarê lêkolînan de piştevaniya xwe ji rayedarên Iraqî re nîşan dan.”

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî daxwaz ji welatên endam dikin ku di van lêkolînan de ji bo piştevaniya hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên din ên pêwendîdar bi awayekî bi bandor hevkariyê bikin. Endamên Konseya Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî careke din piştevaniya xwe ji bo serxwebûn, serwerî, yekîtî, yekparçeyiya ax, proseya demokratîk û aramiya Iraqê nîşan didin.”

Piştî komkujiyê hikûmeta Iraqê ji dewleta Tirk xwest ku bi awayekî fermî lêborîn bixwaze û hêzên xwe yên leşkerî bi temamî ji Iraqê vekişîne. Li gelek bajarên weke Bexda, Necef û Kerkûkê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.