Encamên êrişa li Pakistanê giran bû: 56 mirî, 194 birîndar
Li gorî bîlançoya nû ya derbarê êrişa ku li mizgefteke Şîî ya li bajarê Peşawer a Pakistanê qewimî herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û 194 kes jî birîndar bûn.
Li gorî bîlançoya nû ya derbarê êrişa ku li mizgefteke Şîî ya li bajarê Peşawer a Pakistanê qewimî herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dan û 194 kes jî birîndar bûn.
Li bajarê Peşawerê yê li bakurê rojavayê welat li dijî mizgefteke ku Şîî diçûnê êrîşeke bombeyî pêk hat.
Hat ragihandin ku teqîn çend deqe beriya destpêkirina nimêja Înê pêk hatiye.
Li gorî bîlançoya nû, di teqînê de herî kêm 56 kesan jiyana xwe ji dest dane û 194 kes jî birîndar bûne. Fikar heye ku bîlanço hîn girantir bibe.
Peşawer ku 50 kîlometre dûrî sînorê Efganistanê ye, bi taybetî di nîvê destpêka sala 2010'an de hema hema her roj bi êrîşan dihat rojevê. Di van salên dawî de, rewşa ewlekarî li bajêr gelek baştir bibû.
Heya niha tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. Lê tevgera Tehrîk-î-Talîban Pakistan ku li wî welatî bi navê Talîbana Pakistanî jî tê naskirin, ji serê salê û vir ve berpirsiyariya gelek êrîşan girtiye ser xwe. Di nav van de êrîşek li ser xaleke kontrolê ya polîsan li Îslamabadê jî heye. Di êrîşê de polîsek miribû û 2 jî birîndar bibûn.
Berê jî Şîî’yên Pakistanê bûne armanca êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê.