Emisyona gaza serayê pir zêde bûye

Li gorî raporeke li Amerîkayê gelek gaza serayê ku bandorê li germbûnê û guherîna demsalan dike, 2017'an gihaye asta herî zêde.

Rêveberiya Okyanûsan a Neteweyî û Atmosferê (NOAA) û şîrketên pisporên meteorolojiye yên Amerîkî rapora salane weşandin. Li gorî raporêi şanîdêrên cuda nîşan didin ku 2017'an zêdebûna germê û zêdebûna gaza serayê ya li atmosferê bi şewitandina enerjiya fosîlan zêde bûye.

Di raporê de ku ji 300 rûpelî pêk tê û ji 60 welatî bi tevlêbûna 450’î zanyaran hatî hazirkirin, bi rengekî rekorê behsa fertone, ziwanbûn, germbûna zêde û helandina qeşayên Arktîkayê tê kirin, bi kêmanî 12 caran peyva 'anormal' di raporê de cih digire.

Li gorî  raporê par sê gazên serayê yên taloke, karbon dîoksît, metan û nîtroux oxîd li atmosfere hatine berdan û ev rêjeya wan pir zêde bûye.

Di raporê de hate gotin, "Bi giştî zêdebûna CO2'yê ji 1060'î ve du caran li xwe zêde kiriye."