ELN dixwaze danûstandinên ji bo aştiyê bidomin

Hikumeta Kolombiyayê, danûstandinên ji bo aştiyê yên bi tevgera gerîla ELN re dimeşand, sekinand. ELN'ê xwest hevdîtin bidomin.

Agirbesta navbera hikumetê û Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN), piştî 101 rojî, 9'ê Çileyê roja Çarşemê qediya.

Bi bidawîbûna agirbestê re hin êrîş hatin kirin. Yek ji du xetên herî mezin ê gazê yên li welêt, ji ber teqînan zerar dît.

Li wîlayeta Araûcayê jî êrîş li baregeheke deryayî hate kirin û di encamê de du leşker birîndar bûn. Şîrketa petrolê ya neteweyî Ecopetrolê jî ragihand ku êrîş li wan hatiye kirin. Ev çalakî, çend saet piştî bidawîbûna agirbestê hatin kirin.

Serokkomarê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos, ELN'ê ji van êrîşan berpirsyar dibîne û roja 10'ê Çileyê danûstandin sekinand.

Lê ELN'ê heman rojê daxuyaniyek da û xwest, danûstandinên bi hikumetê re bidomin.

Serokê heyeta danûstandinan a tevgera gerîla Pablo Beltran li bajarê Qûîto yê Ekvadorê daxuyaniyek da û got, "Em li vê derê hê jî li dora maseya danûstandinan e."

Beltran got, "Bila nîqaş dest pê bikin û ti bûyer li pêşiya vê nebe asteng. Em bang li hikumetê dikin ku helwesta xwe ji nû ve binirxîne."

Di navbera hikumetê û ELN'ê de agirbesta du alî hatibû ragihandin ku li gorî vê peymanê agirbestê 1'ê Cotmehê dest pê kir û heta 9'ê Çileyê dewam kir.

Ji sala 1964'an dema destpêkirina raperînê û vir ve cara yekemîn di navbera her du aliyan de peymaneke bi vî rengî hatibû îmzekirin.

ELN'ê beriya niha gelek caran dabû xuyakirin ku hikumet li gorî pîvanên agirbestê tevnagere û gelek caran agirbest bin pê kiriye.

ELN ku li Kolbomiyayê tevgera dawî ya aktîf a gerîla ye, xwedî 2 hezar şervanî ye.