ELN agirbesteke du alî ya ji bo sê mehan pêşniyar kir

Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) ya ku tevgera gerîla ya Kolombiyayê ye, ji ber koronavîrusê agirbesteke dualî ya ji bo sê mehan pêşniyarî hikumetê kir.

Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) bersiv da banga Neteweyî Yekbûyî ya ji bo hêsankirina têkoşîna koronavîrusê. ELN’ê agirbesteke dualî ya ji bo 90 rojan pêşniyazî serokkomar Ivan Dûqûe kir.

ELN’ê di daxuyaniya nivîskî de got ku,” Heyeta me ya diyalogê ya li Havanayê ji bo nirxandina hemû kitekitên operasyonel xwedî paye ye.”

Li Kolombiyayê ji 6’ê Adarê û heta niha 124 hezar kes bi koronavîrusê ketin û 4300 kes jî mirin.

Li hemberî vê krîza tendirustiyê ELN biryar dabû ku di meha Nîsanê de hemû operasyonên xwe bide sekinandin û banga muzakerekirina agirbestê li hikumetê kiribû.

ELN diyar kir ku ji bo hevdîtinên aştiyê dîsa were kirin ew zemînê ava dikin.

Serokkomar Ivan Dûqûe li ser twîtterê bersiv da û got, “Li ser hemû axa welat ji bo krîmînalîzekirinê ew ê dev ji peywira destûra bingehîn bernedin” û ELN wekî ‘koma terorîst’ bi nav kir.

ELN ya di sala 1964’an de hate avakirin, bi qasî 2300 şervanên wan hene. Li 1100 cihan bi qasî ji sedî 10 di destê wê de ye.