Elmanyayê, biryara girtina 4 balyozxaneyên Rûsyayê da

Elmanyayê, biryar da ku 4 balyozxaneyên Rûsyayê yên li welatê xwe bigire.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê di daxuyaniyê de got, “Me biryar da ku ji 5 balyozxaneyên Rûsyayê ku li Elmanyayê ne 4’an bigirin.”

Ji niha û pê ve wê bi tenê balyozxaneya pêncemîn û sefaretxaneya Rûsyayê ya li Berlînê bikare bixebite.

Berlînê, meha Mijdarê biryara girtina 3 balyozxaneyên Elmanyayê yên li Rûsyayê jî da.

Biryara dawî jî piştî biryara rayedarên Rûsyayê hat. Rayedarên Rûsyayê biryar da ku ji meha Hezîranê ve hejmara kesên ku Elmanya dişîne Rûsyayê, ku li balyozxane, saziyên çand û perwerdehiyê bikarin kar bikin, pir bên kêmkirin. Bandora biryara Rûsyayê wê li ser bi sedan çê bibe.

Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê got: “Ji ber vê biryara nehiqûqî, hikûmeta Elman ji bêgaviyê hebûna xwe li Rûsyayê kêm bike.”

Moskowê, ji ber tevdîra Berlînê, meha Nîsanê nêzî 20 dîplomatên Elman dersînor kirin.