Elmanya wergirtina koçberan ji Belarûsê red kir

Wezîrê Karê Derve ya Elmanya ya Federal li hemberî wergirtina koçberên li Belarûsê asê manî derket. Di demek nêz de wê ‘tahkîmateke mayînde’ ketina wan ya welat asteng bike.

Wezîrê Karên Derve ya Elmanya ya Federal Heîko Maas bi rengekî eşkere li hemberî wergertina koçberên li Berlarûsê asê manî derket. Siyasetmedar SPD’î piştî şêwira ku bi hevpîşeyiyên xwe yên Yekîtiya Ewropa (YE) pêkanî got, “Mirovên ku li wê derê nin… ji bo wan ez alîgirê wegera wan a welatên ku jê hatinî me. Hûn dikarin bibînin ku mirov bi bîletên balafirê diçin Belarûsê. Piraniya kesên ku mafê penaberiya siyasî bi dest xistine rêyên wan ên cuda hene.”

Li gorî Maas ev yek bi vî rengî birêve naçe û pêwîste mirov destûr nede ku xwe bînin rewşa amûrekî yê siyaseta Serokê Dewleta Belarûsê Alexander Lûkashwnko, nîşan dayîna vê yekê girînge.

Maas derbarê nûçeyên ku tê gotin Lûkashenko di mijara koçberan de di ne lihevkirinê de tawîz daye de bi temkîn nêzîk bû û got, “Li qadê em nermbûnekê nabînin, berevajî em dibînin ku rewş berdewam ber bi xirab bûnê û dramatîzebûnê ve diçe. Em dixwazin ku li Mînskê wegerek çêbibe.”

Rêverberiya Belarûsê bi hêceta ku bi zanebûn koçberan ji aliyê YE’yê tîne welat û piştre ji bo ku biçin YE’yê tîne ser sînorê Polonya, Lîtvanya û Letonyayê tê tawanbarkirin. Guman tê kirin ku Lûkashenko dixwaze tola xwe ji pêkanînên YE’yê ku ji ber zextê muxalefeta demokratîk û civaka sivîl xistî meriyetê bistîne.