Elmanya wê nikaribe armanca xwe ya li ser gaza sera bi ser bixe
Mîna li gelek welatan, ku bi îdîaya 'pêşengiya' ji têkoşîna li dijî guhertina avhewayê radibin, tê gotin ku li Elmanyayê jî armancên li ser avhewayê hatine nepixandin.
Mîna li gelek welatan, ku bi îdîaya 'pêşengiya' ji têkoşîna li dijî guhertina avhewayê radibin, tê gotin ku li Elmanyayê jî armancên li ser avhewayê hatine nepixandin.
Li gorî lêkolîna saziya bi navê Agora Energîewende, rîsk gelekî zêde ye ku Elmanya nikaribe armancên xwe yên têkildarî germahiya avhewayê bi ser bixîne.
Li gorî vê yekê, nepêkane ku heta sala 2020'î bandora gaza serayê dakeve binê 40 ji sedî. Di lêkolînê de hate destnîşankirin, ku ev kêmbûn ancax 30 ji sedî be.
Di lêkolînê de bal tê kişandin ser bandora bicihneanîna armancên avhewayê û hişyarî hate dayin ku ev yek wê zerarê bide îmaja Elmanyayê. Di lêkolînê de tê ragihandin, ku ev yek wê di heman demê de pêşî li 'rola pêşengiyê' ya ku Elmanya dixwaze pê rabe, bigire.
Wezareta Hawirdorê ya Federal ev lêkolîn nirxand û îdîa kir ku encamên hatine ragihandin 'rasteqîn' nînin. Wezaret dibêje, daneyên li ser belavkirina gaza bi bandora serayê, wê sala 2018'an zelal bibin.