Elmanya wê heta 2031'ê cihekî depokirina avêtiyên nukleerî bibîne
Peydakirina cihê depokirina avêtiyên nukleerî, bi salane li Elmanyayê tê nîqaşkirin. Tê gotin, ev cih wê di nava 14 salan de were dîtin.
Peydakirina cihê depokirina avêtiyên nukleerî, bi salane li Elmanyayê tê nîqaşkirin. Tê gotin, ev cih wê di nava 14 salan de were dîtin.
Li Elmanyayê, ku sala 2022'an wê hemû santralên nukleerî werin girtin, karê hikumeta federal, eyaletan û zanyaran ên di vî warî de dewam dike.
Elmanya, ku li gel mûxalefeta tund a hawirdorparêzan jî dest ji santralên nukleerî berneda, piştî karesata Fûkûşîma ya sala 2011'an biryar dabû ku santralên xwe yên nukleerî bigire.
Lê belê, ji bo depokirina avêtiyên nukleerî yên xetere, hê li cîhanê cihek nedîtiye.
Li gorî çavkaniyên hikumetê, peydakirina cihekî ji bo depokirina avêtiyan, dibe ku heta sala 2031'ê dewam bike.
Depokirina avêtiyê nukleerî yên radyoaktîf, hê jî weke pirsgirêkeke girîng li naverastê ye. Avêtiyên nukleerî pêwîste bi sedan metreyî li binê erdê werin depokirin û bi qasî mîlyonek salî karibe li wir bê veşartin.
Cihê depokirin lê bê kirin, lazim e ji aliyê jeolojîk ve li gelek krîteran bê. Tevî taybetmendiyên binê erdê, yek ji van krîterên sereke jî ew e ku divê ev cih ne li herêma erdhejê be.
Tê gotin, maliyeta depokirina avêtiyên nukleerî bi dehan mîlyar euro be.