Hate diyarkirin ku krîz û rageşiya di navbera hikûmeta Merkel û Erdogan de karîgeriya xwe li ser hevkariya ewlehiyê ya di navbera du welatan de jî xistiye. Wezîrê Karê Navxweyî yê Elman Thomas de Maîzîêre ji ajansa nûçeya DPA’yê re axivî û got hevkariya bi mijara ewlehiyê hîç wiha xira nebûbû.
Wezîr got dema ku endamekî çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê ber bi Elmanya ve bi rê dikeve ew dixwazin xwedî agahî bin, ‘lê Tirkiye di vê babetê de nerîneke dî li me ferz dike.’’
‘PÊNASEYA ME YA TERORÊ Û YA TIRKIYÊ NE WEKE HEV E’
Wezîr diyar kir ku pênaseya terorê ya Elmanya û Tirkiyê ne weke hev e û wiha got:
‘’Pênaseya me ya terorê û ya Tirkiyê ne yek e, bi giştî Kurdên muxalîf ji bo me dibe ku ne terorîst bin. Li qadên ku em dibêjin terorîst em dixwazin bi Tirkiyê re hevkariyê bikin. Lê di van babetan de hevkarî qet ev qasî xirab nebûbû.’’