Li Meclîsa Federal di rûniştina piştî nîvro de, parlementeran meseleya endamên DAÎŞ’ê yên ku YPG û QSD’ê ew girtine, anîne rojeva meclîsê. Parlementerên Partiya Çep Kathrîn Vogler û Hêlîn Evrîm Sommer ji Hikumeta Federal pirsî, gelo ew ê ji bo îadekirina endamên DAÎŞ’ê bi rêveberiya Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê re bicivin an na.
Li ser navê hikumeta Federal, Musteşara Wezareta Karên Derve Mîchelle Munteferîng bersivand. Rayedarê hikumetê diyar kir ku ew avadaniya ‘Rêveberiya Xweser a Rojava’ nas nakin û ji ber vê jî ji bo îadekirina hemwelatiyên Elmanyayê, ew ê nikaribin têkiliyeke fermî deynin.
Parlementera Partiya Çep Sommer diyar kir ku YPG û QSD bi koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê re dixebiti û bal kişand ser vî tiştî ku rêxistina îstîxbarata Elmanyayê BND’ê li herêmê ye û 50 hemwelatiyên Elmanyayê tespît kirine yên ku endamên DAÎŞ’ê ne. Munferîng jî diyar kir ku “Elmanya endamê vê koalîsyonê ye û em yekser bi QSD’ê re naxebitin.”