Elmanya hêzên xwe yên behrê xurtir dike

Di encama hevdîtinên Komîsyona Budçeyê ya Meclîsa Federal de, hat qebûlkirin ku artêşa Elmanyayê bi milyaran eûro çekên nû û alavên leşkerî bikire.

Tê plankirin ku 5 korvetên din jî li 5 korvetên Hêzên Behrê yên heyî werin zêdekirin.

Li gorî texmînan wê korvetên nû li Behra Baltik, Behra Spî û rojhilatê Efrîqayê bixebitin. Bi taybetî li Behra Baltikê peravên Rûsya, Polonya, Estonya, Lîtvanya, Letonya, Fînlandiya û Swêdê hene û di demên dawîn de NATO’yê jî yekîneyên xwe yên li vê derê zêdetir kiribû.

Li gorî texmînan wê maliyeta van keştiyên şer nêzî 2 milyar eûroyan be.

Di hevdîtinên Meclîsa Elmanan de, 30 projeyên modernîzasyonê jî hatin nirxandin ên ku Wezareta Parastinê plana wê dike û maliyeta wê nêzî 15 milyar eûro ye.