Elmanya: Em di nava plana DYE'yê de nînin

Elmanyayê daxwaza Emerîkayê ya ji bo tevlîkirina leşkerên xwe li plana wan a ji bo dewriyeyên li Tengava Hurmuzê bi rengekî red kir. Wezîrê Karên Derve Maas diyar kir, ku wê tevlî plana DYE'yê nebin û got, "Nêrîna me û ya Washingtonê ji hev cuda ye."

Piştî ku hêzên ewlekariyê yên Îranê li Tengava Hurmuzê dest danîn ser tankereke petrolê ya Îngiliz krîzekê rû da û welatên rojavayî hewl didin çareseriyekê peyda bikin. Bi taybetî ji bo ewlekirina rêya bazirganiyê ya li Tengava Hurmuzê dixwazin hêzên leşkerî veguhestînin herêmê. Ji bo vê jî rêveberiya Washingtonê demeke zextê li Berlînê dike ku piştgiriya leşkerî bide vê plana wan.

Hikumeta federal a ku Angela Merkel serokwezîra wê ye, bersiveke neyînî ji vê daxwaza DYE'yê re ragihand. Bersiv li paytexta Polonya Varşovayê bi wesîleya salvegera 75'an a berxwedana li Varşovayê ya li dijî rejîma Nazî ji aliyê Wezîrê Karên Derve Heiko Maas ve hate eşkerekirin.

Maas diyar kir ku Elmanya wê di nava mîsyona bi pêşengiya DYE'yê de nebe û ragihand, di vê mijarê de têkiliyeke wan a xurt bi hempîşeyên xwe yên li Fransayê heye. Wezîrê Karên Derve yê Elman ê ji sosyal demokrat diyar kir, ew rêbazên DYE'yê yên ji bo zêdekirina zextê şaş dibînin. Maas got, "Ji bo çareseriyê li şûna tengezariya leşkerî divê dîplomasî bikeve dewrê."

DYE, tevî Elmanyayê her wiha dixwaze Japonya, Fransa, Koreya Başûr û Awûstralya jî tevlî vê planê bibin. Welatên din hîn daxuyaniyeke fermî ranegihandine. Tê texmînkirin, Îngilistan ku keştiya wan hatiye desteserkirin plana 'plana mîsyona Ewropayê' bixe dewrê.

Di rewşa heyî de Fransa, Îtalya, Spanya û Danîmarka piştgiriyê didin 'mîsyona Ewropayê' ya ku Îngilistanê pêşniyar kiriye.