Elmanya dixwaze Pûîgdemont radest bike, lê Spanya naxwaze!

Dadgeriya Elman biryar dabû ku lîderê Katalan Carles Pûîgdemont radestî Spanyayê bike. Lê hate îdîakirin ku dadgeriya Spanyayê daxwaza îadekirinê rakiriye.

Li gorî îdîaya El Mûndo ku yek ji rojnameyên sereke yên Spanyayê ye, Dadgeha Bilind a Spanyayê daxwaza îadekirina Serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ê ji ber sûcê 'raperînê' rakiriye. Rojnameyê îdîa kir ku biryara girtina Pûîgdemont li gelemperiya Ewropayê jî wê bê betalkirin.

Li ser îdîaya rojnameya El Mûndo, hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye kirin. Hate îdîakirin ku biryara betalkirinê ji aliyê dadger Pablo Llarena ve hatiye dayin. Li gorî rojnameyê, du rê li ber dadger Pablo Llarena heye. Ya wê biryara girtinê betal bike ya jî mijarê bibe ber destê Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê.

Piştî ku Parlamenta Katalonyayê li dû referandûma serxwebûnê ya Cotmeha 2017'an serxwebûn îlan kir, hikumeta Spanyayê li gorî xala 155. a destûra bingehîn, parlament û saziyên rêveberiya herêmî betal kiribû. Dadgeriya Spanyayê jî ji ber sûcê "raperînê" doz li Serokê wê demê yê herêma Katalonyayê û gelek siyasetmedarên serxwebûnxwazan vekiribû. Pûîgdemont xwe li Brukselê girtibû, gelek siyasetmedar jî hatibûn girtin.