Elmanya dixwaze penaberên Sûriyeyê vegerîne!

Ligel ku şerê li Sûriyeyê neqediyaye û îstîkrar pêk nehatiye, hikumeta Elmanyayê ya federal şandina penaberên ji Sûriyeyê xist rojeva xwe. Hikumet ew ê piştî rapora Wezareta Karê Derve biryara xwe bide ya ku ew ê di dawiya vê mehê de were amadekirin.

Daxuyaniya pêşîn ji Sekreterê Giştî yê CDÛ’ê Annegret Kramp-Karrenbaûer hat. Kramp-Karrenbaûr gotibû ku, “Li gorî min ew ê li hin herêmên Sûriyeyê wê îstîkrar û ewlehî pêk were, bi vê re em ê jî karibin penaberan bişînin.” Derket holê ku ev gotinên Kramp-Karrenbaûer ê ku tê payîn were şûna Angela Merkel ne tesaduf e û ev mesele ji zû ve ye di rojeva rêveberiya Berlînê de ye.

Rojnameya bi navê Bîldê ya Elmanyayê di hejmara xwe ya îro de nivîsand ku Wezareta Karê Derve ew ê heta dawiya meha Mijdarê rapora xwe ya li ser rewşa Sûriyeyê amade bike. Hate diyarkirin ku piştî raporê ew ê Wezareta Karên Navxweyî jî derbarê penaberên ji Sûriyeyê biryara xwe bide.

Hikumeta Elmanyayê ya Federal piştî şerê li Sûriyeyê, ji sala 2012’an û vir ve biryar dabû ku penaberên hatine Elmanyayê, wan venegerîne. Bîld rapora pêşîn a Wezareta Karê Derve bi dest xist û diyar kir, ji ber ku li Şamê Sefaretxaneya Elmanyayê girtiye, ji bo vegerandina penaberan astengeke mezin e. Tê diyarkirin heke li Şamê nûnertiya Elmanyayê hebe, ew ê geşedanên li Sûriyeyê bi zelalî bihatina bidestxistin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bal kişand ser vî tiştî ku li Sûriyeyê hê îstîkrar pêk nehatiye. Li gorî Rêxistina Efûyê rejîma Esat ê ku 60 ji sedê welat di destê wî de ye, êşkenceya li girtîgehan di serî de, gelek zextan dike.

Ji sala 2014’an û vir ve herî zêde kesên ji Sûriyeyê ji bo penaberiyê serî li Elmanyayê didin. Li gorî daneyên di Hezîrana 2018’an de piştî destpêkirina şerê li Sûriyeyê nêzî 800 hezar penaberên ji Sûriyeyê hatine Elmanyayê. Li gorî texmînan li temamî cîhanê jî 5,4 milyon penaberên ji Sûriyeyê hene. Ligel ku 12 ji sedê penaberên ji Sûriyeyê hatine Elmanyayê, di salên dawîn de ev mesele bûye rojeva sereke ya welat.