Tevî ku şerê navxweyî lê heye jî, Elmanya bi hinceta ku Afganîstan 'ewle' ye, penaberên ji vî welatî dersînor dike. Ji 250 hezar penaberên Afgan ên li vî welatî dijîn, der barê 1600 penaberî de biryara dersînorkirinê heye.
Jİ 10 hezar 300 penaberên Afgan re, destûra mayînê ya demkî ya beriya dersînorkirinê heye, ku jê re 'Dûldûng' tê gotin.
Duh ara duyemîn 45 penaberên Afgan bi rengekî komî hatin dersînorkirin. Bi qasî 100 parêzvanên mafên mirovan li Balafirgeha Frankfûrtê li dijî vê xwepêşandan lidar xistin. Jİ saziyên amadekar ên vê xwepêşandanê rêveberê Pro-Asyl Gunter Bûrkhadt hişyarî da ku li ser penaberan lîstika 'roleta Rûs' tê lîstin.
Rêveberê Pro-Asyl bal kişand ser raporên Neteweyên Yekbûyî yên li ser şerê li Afganîstanê û diyar kir, divê biryarên dersînorkirinê yên di navbera salên 2015-2016'an de hatine dayîn, ji nû ve bên nirxandin.