Elmanya amade ye ku 4 hezar leşkeran bişîne Lîtvanyayê

Wezîrê Parastinê yê Elmanyayê Borîs Pîstorîûs diyar kir ji bo ku ew baskê rojhilat ê NATO’yê xurt bikin, amade ne 4 hezar leşkeran bişînin Lîtvanyayê.

Li gorî Wezareta Parastinê wezîr Borîs Pîstorîûs gotiye “Elmanya amade ye ku li Lîtvanyayê tûgayeke mayînde ava bike.”

Pîstorîûs sedema bicihkiribnê wekî ‘binesaziya li gorî hev’ û ‘hevgirtina planên NATOyê’ yên qadê diyar kir.

A niha li Lîtvanyayê bi tenê 850 leşkerên Elmanyayê heye. Wezîr diyar kir Elmanya amade ye ku 4 leşkeran li wir bi cih bike.

Elmanyayê berê jî hejmara leşkerên xwe yên li Lîtvanyayê ji 550 derxistibû 850. Bi hinceta aloziyên bi Rûsyayê re ji bo xurtkirina baskê rojhilat ê NATO’yê her carê leşker şandine ji Polonya, Romanya û sê welatên Baltikê.