Elman ji bo 'derî vebin' xwepêşandan kirin

Li Berlîn û Hambûrgê bi hezaran Elman xwestin, penaberên piştî ku dewleta Tirk derî vekir li sînoran asê bûne, vehewînin nava Yekîtiya Ewropayê.

Piştî ku dewleta Tirk li Idlibê ya dagir kirî dawiya Sibatê derbeke giran xwar berê bi hezaran penaber da ser sînoran. Dewleta Tirk ku xwe di ber têcirya mirovan re kirî bi vî rengî bi hezaran penaber şandin ser sînorê Ewropayê.

Lê ji ber sedema ku Bulxarîstanê û Yewnanîstanê li ser sînorên xwe jidandin li herêmê ev bi rojan e ku rewşeke mirovî tê jiyîn. Heftiya bihurî li hin bajarên Elmanyayê ji bo ku penaberan qebûlî YE'yê bikin xwepêşandan çêbûbûn. Duh jî li paytext Berlînê û li Hambûrgê bi hezaran mirov bi dirûşma, ''li nav me cih heye'' xwestin ku deriyên sînor li penaberan werin vekirin.

Di xwepêşandana Berlînê ji 5 hezaran zêdetir mirov hebûn û heta bi Wezareta Karê Navxwe meşiyan. Di xwepêşandanê de gotin, ''Em dixwazin Elmanya ji bo penaberan bibin beraveke ewle.''

Li Hambûrgê jî ji 5 hezarî zêdetir kes hazir bûn. Di axaftinan de hate gotin di serî de li Hambûrgê li gelek bajarên Ewropayê ji bo penaberan têra xwe cih heye.

Piraniya Elmanan xwestin ku zarok û jinên li girava Yewnan qebûlî Elmanyayê bikin. Rojnameya Bîld am Sonntag  ankêtek bi şîrketa Kantarê da kirin û 76 ji 100'î yên ku tevlî ankêtê bûn, xwestin ku jinên bi serê xwe ketine rêyan, ên  ducanî, travmayên giran bi wan re çêbûne û zarokên bêkes qebûl bikin.