Elman dixwazin li dijî Tirkiyeyê polîtîkayeke tund bê meşandin

Li gorî anketeke ku qenala dewletê ARD'ê da kirin, bi qasî 90 ji sedî yê gel dixwaze, li dijî Tirkiyeyê polîtîkayeke tund û bi biryar bê meşandin.

Li gorî anketa ARD-Deûtschlandtrend, ku ji aliyê şîrketa Înfratest Dîmap ve tê kirin û her meh tê weşandin, 84 ji sedî yê Elmanan dibêjin, cihê Tirkiyeyê li nava Yekîtiya Ewropayê nîne û divê tevlî yekîtiyê neyê kirin. Tenê 12 ji sedî yê Elmanan dibêjin, di dema navîn û dirêj de Tirkiye ji bo Yekîtiya Ewropayê dikare bê qebûlkirin.

88 JI SEDÎ JI MERKEL DIXWAZE KU 'SEKNEKE BI BIRYAR' NÎŞAN BIDE

Li gorî anketê, bi qasî 90 ji sedî, helwesta Serokwezîr Angela Merkel û hikumeta koalîsyonê ya li dijî Tayyîp Erdogan û AKP'ê kêm dibînin.

88 ji sedî dibêjin, divê hikumeta Elman di mijara Tirkiyeyê de 'polîtîkayeke hê bi biryar' bişopîne. Ev rêje li gorî meha Sibatê bi 5 pûnan zêde bû.

77 ji sedî yê Elmanan jî dixwazin, pêkanînên aboriyê yên li ser Tirkiyeyê bi cih werin anîn. 80 ji sedî jî dixwazin, tevî van hemû pêkanînan jî divê di pozîsyoneke ku 'ji diyalogê re amade ye' bisekinin.