El Fetîh û Hamasê li hev kir!

El Fetîh a ku Şerîaya Rojava bi rê ve dibe û komên ku Hamas serkêşiya wan die a li Şerîda Gazzeyê desthilatdar e biryar dan ku 2018’an hilbijartinê bikin.

13 komên ku li paytexta Misirê Kahîreyê ev çend roj bûn li hev rûdiniştin biryara ku standin ragihandin û biryara diyarkirina dîroka teqez a hilbijartinê bi hêviya lîderê Rêveberiya Filîstînê Mahmûd Abbas re hiştin.

Du koman dawiya meha Cotmehê diyar kiribûn ku li ser rêveberiya Şerîda Gazzeyê li hev kirine û Hamasê qebûl kiriye ku rêveberiya îdarî ya şerîdê li gel Deriyê Sînor ê Refahê bi dest Rêveberiya Filîstînê ve berda.

Lihevkirina di hewldanên Misirê de armanc dike ku nakokiyên di navbera El Fetîh û Hamasê de ku ev 10 sal in didomin çareser bike û her wiha armanc dike ku Şerîda Gazzeyê ya di rêveberiya Hamasê de û Şerîaya Rojava ya ku beşekî mezin di dagirkeriya Israîlê de ye di bin yek banî de bicivîne.

Li Filîstînê ji 2006’an û vir ve hilbijartin çênabe. Di hilbijartinên dawî de Hamas weke partiya sereke derketibû û El Ffetîh diyar kiribû encaman nas nake.

Li ser vê Hamas 2007’an rêveberiya Şerîda Gazzeyê kontrol kiribû û ji 2008’an ji ber sê şerên ku Israîlê derxistin herêma ku hema bibêje tam hatî îzolekirin neçar mabûn ku heq ji hilweşandin û hejariyê derkeve.