Efrîka: Potansiyela enerjiya rojê nayê bikaranîn

Efrîka li cîhanê ew parzemîn e ku herî zêde potansiyela xwe ya enerjiya rojê heye. Lê belê ev potansiyel gelekî kêm tê bikaranîn.

Li parzemîna Efrîkayê ji 1.3 milyar nifûsa xwe derdora 600 milyon mirov li xaniyên ku elektrîk lê nîne dimînin. Efrîka ji aliyê çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin ve dikare bibe lîderê tevahiya dinyayê. Lê belê pirsgirêkên siyasî û civakî li pêşiya bidestxistina enerjiya rojê dibin asteng.

Enerjiya fosîlê; karbondîoksît (CO2), petrol û komirê ku gefê li paşeroja dinyayê dixwe û dibe sedema gaza serayê, hîn bêhtir tê hilberandin. Bi vê yekê re fikar hene ku germahiya global zêdetir bibe. Tenê ji bo hilberandina enerjiyê salane zêdeyî 30 milyar ton CO2 tê belavkirin.

Li gorî daneyên sala 2019'an li tevahiya cîhanê zêdeyî 25 hezar û 600 teravat (TWH) rêjeya elektrîkê hate hilberandin. Ev yek jî tê wê wateyê ku yek ji pênc parên elektrîka li cîhanê ji bo hilberandina elektrîkê hatiye bikaranîn.

Di hilberandina elektrîkê de jî enerjiyên dikarin bên nûkirin ên roj û ba weke alternatîfa enerjiyên fosîlê derdikevin pêş.

Elektrîka ku bi bikaranîna panelên fotovoltaîk ji tavê tê bidestxistin, di teoriyê de dikare bigihêje heta sed milyon teravatê (TWh). Ev yek jî tê wateya rêjeyeke bi hezaran qatî ji pêwîstiya salane ya dinyayê bêhtir e.

Asya bi 44.5 milyon kîlometreçargoşeyî parzemîna herî fireh a dinyayê ye. Li Asyayê potansiyela elektrîka ku ji enerjiya rojê bê peydakirin salane 37 milyon TWh be. Li Ewropayê ev potansiyel tenê 3 milyon TWh ye. Li Efrîkayê ku mezinahiya xwe 30.3 milyon kîlometreçargoşe ye ev potansiyel 60 milyon TWh ye.

Ev dane di rapora sala 2017'an a Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fransayê (IFRI) de jî hatibûn ragihandin. Her çend di pratîkê de hilberînek di vê astê de nepêkan jî be, Efrîka dikare bi tena serê xwe di hilberîna elektrîkê de xwedî roleke mezin be.

Di atmosferekê de ku nêzî nîvê parzemîna Efrîkayê nikare elektrîkê bi dest bixe, ev hejmar gelekî girîng e. Li parzemîna Efrîkayê tenê 2 ji sedî yê elektrîka ji 80 gîgavatê ya tê hilberandin (1.5 gîgavat) ji panoyên fotovoltaîk tê bidestxistin.