Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

ECB di mijara peymanên bazirganiya serbest de hişyarî da Trûmp

Serokdewletê DYA Donald Trûmp, di çarçoveya polîtîkaya xwe ya aboriya xweparêz, peymanên bazirganiya serbest yek bi yek betal dike. Li dijî van biryarên Trûmp, Herêma Euro hişyarî da.

Ekonomîstê sereke yê Banka Navendî ya Ewropayê (ECB) Peter Praet hişyarî da, ku betalkirina peymanên hevkariyê ji aliyê Trûmp ve bi yekalî, wê rê li ber reaksiyona dewletên din veke. Praet diyar kir, dewletên di nava peymanê de cih digirin, dibe ku 'bi qisasî' tevbigerin.

Donald Trûmp duh biryarnameya ku Peymana Hevkariya Trans-Pasîfîk bi yek alî betal dike, îmze kiribû. Trûmp îdîa dike ku peymanên bi vî rengî hejmara bêkaran a li welatê wî zêde dke û dixwaze Peymana Bazirganiya Serbest a Bakurê Amerîkayê (NAFTA) ku di navbera DYA, Meksîka û Kanada de di meriyetê de ye, ji nû ve binirxîne.

Tevî DYA, her wiha welatên Japonya, Kanada, Sîngapûr, Zelanda Nû, Şîlî, Brûneî, Awûstralya, Perû, Vîetnam, Malezya û Meksîka di nava peymana TPP de hene. Piştî ku DYA xwe ji peymana di Sibata 2016'an de hat îmzekirin vekişand, tê gotin, ku hin welat li şûna DYA berê xwe bidin Çînê, ku hevrikê DYA ye.