Ebdulmehdî wê îstifaya xwe pêşkêşî parlemetoyê bike

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand wê îstifaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike.

Serokwezîrê Iraqê Mehdî piştî xwepêşandana ku li welat bi mehan e dom dike û kuştina 400 kesî û şûnde, ragihand ku wê îstifaya xwe pêşkêşî parlementoyê bike.

Piştî daxuyaniya serokwezîr û şûnde, li Qada Tehrîr a Bexdayê girseya ku çalakî dikirin, xwepêşandanên kêfxweşiyê destpê kirin.