Bêkarî û qutbûna elektrîkê li gelek bajarên Iraqê tên şermezarkirin. Bi hezaran kesên daketine qadan ji hikumetê dixwazin ku gavê biavêje û çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî li hemberî çalakiyên protestoyî diyar kir ku wan ji bo herêma Basrayê budçeyek ji 3 milyar dolarî veqetandine.
Lê belê vê gavê ji bo qedandina çalakiyên protestoyî têrê nekir. Çalakgeran gotin, wê ji îro û pê ve çalakiyên hîn berfireh li dar bixin.
Çalakiyên protestoyî tevî gelek herêmên Bexdayê, li bajarên Basra, Necef, Zîkar û Kerbelayê jî dewam dikin. Tê payin ku li bajarên din jî dest pê bikin.
Di çalakiyên protestoyî de ku çend roj in didomin, bi sedan kes birîndar bûn.