DYE’yê tevdîrên Trump ên li dijî koçberan betal kir

DYE’yê tevdîrên ku Donald Trump demekê ji bo koçberan gotibû ‘’Li Meksîkayê bimîne’, betal kir.

Wezareta Ewlehiya Navxweyî ya DYE’yê daxuyanî da, got ku wan dawî li polîtîkaya vederkirina penaberan DYE’yê ji bo Meksîkayê aniye. Li gorî wê prosesê daxwazên koçberan dema di asta lêpirsînê de bû Donald Trûmp dixwest koçber vegerin Meksîyayê.

Av agahdarî, piştî rakirina ji meriyetê ya ‘’Protokolên Parastina Koçberan’’ a bi navê ‘’Li Meksîkayê’’ ji aliyê rêveberiya Serokê DYE’yê Joe Biden ve, hat kirin.

Rêveberiya Donald Trump polîtîkaya ‘’Li Meksîkayê bimîne’’sala 2019’an xist meriyetê.

Wezareta Ewlehiya Navxweyî, da xuya kirin ku ew ê vê tevdîrê zûzûka û bi rêk û pêk rabikin.

Protokolên Parastina Koçberan a Wezaretê, got ku qisûrên xwecihî yên polîtîkayê hene, ji ber polîtîkayê, di warê darayî de mirov li zerarê dikevin.

Joe Biden, gava hatina ser kar û bi şûn de hewil da ku tevdîrê betal bike lê Texas jî di nav de eyaletên ku komarparêz bi rê ve dibin, li ber biryarê rabûn û nehiştin tevdîr betal bibe.

Lewma hikûmetê, 30’ê Hezîranê serî li Dadgeha Bilind da. Dadgehê, betal kirina biryarnameya koçberan erê kir.

Ji ber vê polîtîkayê, ji roja ku polîtîka bi meriyet bûye heta bi niha herî kêm ji 70 hezar kes ji DYE’yê li Meksîkayê hatine vegerandin.

Ji gava ku Biden dest bi kar kiriye heta bi niha 200 hezar kesên bi rêyên neyasayî hewil dane bikevin nav DYE’yê li gor tevdîrên Trump li ser sînoran hatine destgîrkirin û bi şûn de hatine şandin.