DYE’yê piştî agirbestê cara yekem li dijî Talîbanan êrîşekî esmanî pêk anî

Balafirên DYE li dijî Talîbanan li du herêman êrîşên esmanî pêk anî. Ev êrîş ji meha Gulanê ku Talîbanan agirbest îlan kir û vir ve cara yekê ye Emerîka êrîş pêk tîne.

Berdevkê hêzên DYE ya li Efganistanê Sonny Legget li ser Twîtterê daxuyaniyek da û her du êrîş roja Pêncşem û Înê li du deverên parêzgehên cuda pêk aniye.

Berdevk diyar kir ku ev êrîş ji destpêka agirbestê ya di cejna Remezanê û vir ve hatibû destpêkirin êrîşa esmanî ya DYE ya yekem e li dijî Talîbanan hate kirin.

Talîbanan 24’ê Gulanê yek alî agirbestekî 3 rojî îlan kiribû, lê tevî gelek daxwazan jî dirêjkirina agirbestê red kir, ji nû ve li dijî hêzên hikûmetê dest bi êrîşan kir.

Talîbanan piştî meha Sibatê û şûnde li Daho li gel DYE peyman îmze kir û şûnde êrîşên xwe yên li dijî hikûmetê zêdetir kiribû.

Li gorî peymanê wê hêzên DYE heta Gulana 2021’ê vekişin, garantiya ewlekariyê bidin Talîbanan û muzakerekirina bi hikûmeta Afganistanê re wê bihata kirin. Piştî peymanê Talîbanan êrîşên xwe yên li dijî hêzên biyanî rawestand. Lê rêveberiya Washîngton, ji bo bi hêzên Afganî re bibin destek, dem dem êrîşên esmanî dike.