DYE’yê hişyarî da: Trûmp li dijî Tirkiyeyê ji bo çalakiyeke leşkerî amade ye

Wezîrê Karê Derve yê DYE’yê Mîkî Pompeo anî ziman ku eger Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ‘xeta’ hatî diyarkirin derbikeve, ji bo ‘dema pêwîst’ jî bike ji bo mudaxeleyeke leşkerî jî amade ye.

Wezîrê Karê Derve yê Dewletên Yekbûyî ya Emerîka (DYE) Mîkî Pompeo yê ji Wîlfred Frost a CNBC’ê re axivî, cara yekem li dijî Tirkiyeyê hilbijarteka wan a leşkerî anî ziman. Pompeo yê got: “Li şûna şer em aştiyê dibijêrin” diyar kir ku ‘dema pêwîst’ jî bike hişyariya Donald Trûmp ji bo çalakiyeke leşkerî bi temamî amade ye.

Ev daxuyaniya Pompeo ya di demekê navbera hêzên QSD’ê û artêşa Tirk û çeteyên wê ‘agirbest’ dom dike de bal kişand. Agirbest wê sibe saet 22:00’an bi dawî bibe.

Pompeo destnîşan kir ku li dijî Tirkiyeyê hêza aborî bikar anîye, li gel rêyên dîplomatîk ew zexta bêçekiyê bikar tîne.

Pompeo destnîşan kir ku bi agirbesta di navbera hêzên QSD’ê û Tirkiyeyê de hate îmzekirin îdîa kir ku ‘gelek jiyan hatin rizgarkirin’ û got: “Ne tenê şervan (Kurd) jiyana etnîkiyên li herêmê jî hate rizgarkirin.”

Pompeo ‘xeta sor’ a di demê Barack Obama ya li dijî rejîma Sûriyeyê bibîr xist û got: “Welatê ku Tirkiye dagir kirî Sûriye ye; neteweyek serwer e.”Pompeo anî ziman ku şerê DYE li gel hêzên QSD’ê li dijî DAÎŞ’ê kirin, rast e, diyar kir ku ev îtifaqeke ku hem ji bo Kurdan û hem jî ji bo DYE û heta ‘hemû cîhanê’ bi sûd bû. Pompeo ragihand ku di çarçoveya vê îtifaqê de tişta ketiye ser milê DYE’yê kiriye jî anî ziman.