DYE’yê heta dawiya meha Tîrmehê dem da Tirkiyeyê

DYE ji bo Tirkiye ji kirîna sîstema parastinê ya fuzeyên S-400’ê bide vegerandin, heta dawiya meha Tîrmehê dem da Tirkiyeyê.

Sekretera kirîn û firotinê ya Wezareta Parastinê ya DYE’yê Ellen Lord daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Eger heta dawiya 31’ê Tîrmehgê dewleta Tirk dev ji kirîna sîstema S-400 bernede, di rewşa heyî de wê pîlotên Tirk ên perwerdehiya F-35’an dibînin dersînor bikin û ji bo hilberandina F-35’an peymanên li gel kargehên Tirk kirîn jî betal bikin.”

DYE hinek parçeyên balafira şer a F-35a ji aliyê kargeha Lockheed Martîn ve tê hilbarandin ji Tirkiyeyê digire. Ji serê meha Nîsanê ve rêveberên Emerîkî, ragihandinbû ku radestkirina hinek amûrên girêdayî projeya balafira şer a F-35’an rawestandine. Çavkaniyên Emrîkî ji îro û şûnde amûrên perwerdehiyê û sewqyata hemû merteryalên girêdana wê bi F-35’an re heye dane betalkirin.

DYE û mutefîkên din ên F-35 ên NATO’yê ji mijara S-400’an bi fikar in. Bi taybet fikar ji sîstema parastinê ya S-400 a Rûsyayê, dîsa di mijara wê çawa F-35 tesbît bikin û bişopînin.