DYE'yê firotina 84 fuzeyên Patrîot ji bo Qûweytê pejirand

DYE'yê firotina 84 fuzeyên nû yên Patrîot û amûrên nûkirina sîstema parastina hewayî ji bo Qûweytê pejirand.

Hate ragihandin ku maliyeta çekên ku DYE'yê firotina wan a ji bo Qûweytê pejirand 1.425 milyar dolar e.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê, amûrên bên firotin wê alîkariyê bide "Xurtkirina ewlehiya tifaqeke mezin a derve ya NATO'yê ku ji bo aramiya siyasî ya li Rojhilata Navîn û pêşketina aboriyê faktoreke girîng e."

Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku fuzeyên Patrîot PAC-3 wê "Kapasîteya ewlehiya binesaziya gazê û petrolê û bersivdana li gefên heyî û yên gengaz ên baştir bike."

Bi vê gotinê, işaret bi êrişên Îlona 2019'an ên li dijî navendên petrolê yên Siûdî hate kirin.