DYE'yê bi pêkanînên nû gef li Îranê xwar

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo, piştî daxuyaniya Îranê ya ji bo zêdekirina rêjeya ûranyûma dewlemendkirî, bi 'tecrîd û pêkanînên dijwartir' gef li Îranê xwar.

Pompeo bi rêya Twitterê daxuyaniyek weşand û got, "Gavên dawî yên Îranê yên ji bo nukleerê wê rê li ber pêkanîn û tecrîdeke hîn zêdetir vekin."

Pompeo diyar kir, "Divê netewe li polîtîkayên berê vegerin ên ku dewlemendkirina bernameya nukleerî ya Îranê qedexe dikin. Rejîma Îranê ya xwedî çeka nukleerî wê ji bo dinyayê gefeke mezin be."

Peyama Pompeo bersiva destpêkê ye li dijî daxuyaniya Îranê ya der barê dewlemendkirina ûranyûmê ye. Tê payin ku Pompeo Duşemê daxuyaniyeke çapemeniyê pêk bîne.