DYE'yê 280 fuzeyan difiroşe Erebistana Siûdî

Hikumeta Emerîkayê biryar da ku 280 fuzeyên ji hewayê diavêje hewayê bifiroşe Erebistana Siûdî.

Erebistana Siûdî ku li Yemenê piştgiriyê dide hêzên hikumetê yên li dijî Hûsiyên bi piştevaniya Îranê şer dikin, xwestibû ku bi 650 milyon dolarî 280 fuzeyên AIM-120C û ekîpmanên wan peyda bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya DYE'yê, rêveberiya Joe Biden agahî daye Kongreyê ku destûr daye ku van çekan bifiroşe.

Piştî ku Joe Biden bû Serokê DYE'yê, têkiliya bi Erebistana Siûdî re sar bûbû. Biden di dema kampanya hilbijartinê de diyar kiribû ku ji ber berpirsyariya di kuştina rojnamevan Cemal Kaşikçi de wê hesab ji rêveberên Erebistana Siûdî bipirse.

Lê belê artêşa Emerîkayê hîn jî li gelek baregehên li Qraliyeta Siûdî ye, ku ji bo xwe weke tifaqeke girîng dibîne.

Ev biryara firotina çekan ku li soza Biden a ji bo bidawîkirina şerê li Yemenê nayê, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ve bi hinceta "Daxwaza parastina jiyana Emerîkiyan" vegot.

Wezareta Karên Derve got, "Par me dît ku êrişên li derveyî sînor ên li dijî Erebistana Siûdî zêde bûne."