DYE wê yekîneyên xwe yên leşkerî yên li Iraqê kêm bike

Rayedarên hikumetên DYE û Iraqê bi daxuyaniyeke hevpar ragihandin ku DYE wê mehên bê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê kêmtir bike.

Daxuyanî piştî hevdîtinên "diyaloga stratejîk" a navbera her du welatan hate dayin. Di daxuyaniyê de hae ragihandin ku di çarçoveya têkoşîna ji bo bidawîkirina DAÎŞ'ê de "Li gorî pêşketina li pêş çavan DYE wê hejmara leşkerên xwe yên li Iraqê kêm bike." Di daxuyaniyê de li ser dema vekişînê û hejmara leşkerên bên vekişandin agahî nehate dayin.

Li gorî daxuyaniya hevpar, DYE "Li Iraqê ne li pey baregehên mayinde yan jî hebûneke leşkerî ya mayinde ye û daxwazeke xwe ya bi vî rengî jî nîne."

Hikumeta Iraqê jî soz da ku wê baregehên artêşa Iraqê yên ku personelên leşkerî yên koalîsyona navneteweyî û leşkerên biyanî lê ne biparêze.

Li Iraqê, piştî kuştina generalê Îranê Qasim Silêmanî ji aliyê DYE'yê ve, dijberiya li Emerîkayê zêde bû. Di atmosfereke welê de parlamenterên Şîa pêşnûmeya ji bo vekişîna leşkerên biyanî qebûl kirin.