DYE wê sibe ji bernameya bêçekbûnê derkeve

DYE ji sibe û pê ve bi fermî wê ji bernameya bêçekbûnê derkeve. DYE bi salan Rûsya sûcdar kir, bi sedema ku pê li berameyê kir.

Berpirsê nû yê Pentagonê Mark Esper li senatoyê axivî û got, ''Bername ji bo me hewce bû, lê du alî dema ku li gor wê biçin wê kêrhatî be''.

Esper bi domdarî got DYE wê heta 2'yê Tebaxê li gorî bernameyê biçe, piştre jî, berjewendiya wê çi be wê li gor wê tevbigere.

1'ê Sibatê DYE'yê gotibû ew ê yek alî ji wê bernameyê xwe bidin alî, ku serdema 'şerê sar' hatibû îmzekirin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî 3'yê Tîrmehê, belgeyên ku xwe ji bernameyê didin alî îmze kiribû. Ev her wiha tê maneya bidawîbûna bernameya 'bêçekbûnê' ya ku di navbeyna DYE û Rûsyayê de hatibû îmzekirin.

Rayedarên Ewropî jî gotin, ew 'bifikar in''.