DYE wê piştî INF’ê bernameya moşekan bileztir bike

Piştî ku DYE û Rûsyayê dawî li Peymana Hêza Nukleerê ya Menzîl Navîn (INF) anî pêşbaziya biçekkirinê destpê kir. DYE wê pêşketina moşeka nû ya ji bejahiyê tê avêtina hewayê bileztir bikei

Peymana INF'ê sala 1987'an di navbera Serokê DYA'yê Ronald Reagan û Serokê Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (SSCB) Mîhaîl Gorbaçov ve hatibû îmzekirin.

Piştî ku duh dawî li vê peymanê hat Wezareta Parastinê ya DYE Pentagonê daxuyanî da û got ku ew ê bernameya pêşketina moşekên ku ji bejahî ji bo hewayê tê avêtin bileztir bikin.

Wezîrê Parastinê Mark Esper got projeya pêşketina moşekên konvansîyonel sala 2017’an dabû destpê kirin.

 Esper got ku Rûsya li gorî INF tevnegeriyaye û ji ber vê sedemê dest bi pêşketina moşekan kirine. Li gorî Esper Rûsya ji sala 1987’an ve ev peymana heyî binpê dike.

Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg jî ji bidawîbûna INF’ê gotibû ji ber Rûsya peyman binpêkirinê çêbûye.