DYE wê li ser Kubayê fişaran pêk bîne

DYE’yê bi hinceta ku Kuba piştgirî dide rêveberiya Nicolas Maduro ya Venezuelayê, roja Çarşemê diyar kir ku wê fişaran li ser tûrîzma Kubayê pêk bîne. Lewre keştiya dawî ya DYE’yê girav terikand.

Piştî ku fişarên DYE’yê yên li ser Kubayê ketin meriyetê, keştiya geştiyariyê ya kruvaziyer a bi navê “Empress of the seas”, piştî sefera xwe ya dawî, ji Kubayê veqetiya.

Gelek geştiyarên çûyî Kubayê, ne li benda biryareke wiha ya DYE’yê bûn. Lewre ev biryar ji bo gelek kesan bû surprîz.

Rêveberiya DYE’yê ji bo turîzma Kubayê ku di aboriya welêt de xwedî ciheke girîng e, bi hinceta ku Kuba piştgirî dide rêveberiya Maduro, biryara pêkanîna fişaran da. Li milê din rêveberiya Washingtonê piştgirî dide muxalîfên rastgir ên Kubayê û kesên hewl didin darbeyê pêk bînin.

Lewre ji niha û pêde serdan û geştên komî yên welatiyên DYE’yê yên li Kubayê wê qedexe bin. Dorhêla fişaran kruvaziyeriyan, keştiyên nêçîrvaniya masiyan, keştiyên geştiyariyê, balafirên takekesî û yên ji bo kar, digire nava xwe.