DYE û Rûsya dixwazin tecrîda li ser Sûriyê rakin

Sefîrê DYE'yê yê Sûriyê got Washîngton û Moskow ji bo ku Şam ji tecrîda berdest bi çarçoweya hin şertan xilas bibe nîqaşeke ''berfireh'' dikin.

Sefîrê Emerîkî Jîm Jeffrey piştî civîneke ji çapemeniyê re girtî ya li Konseya  Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî ji nûçegihanan re axivî.

Jeffrey got Moskowû Washîngton ji bo ku dawî li şerê Sûriyê bînin li ''nêzîktêdayineke bi qonax'' digerin ku ev ''biryarên dijwar'' hewce dike.

Jeffrey li ser Serdana Wezîrê Karê Derve yê Emerîkayê ya nîvê Gulanê li Rûsyayê got li ser planeke wiha sekinîne ku ''Li gorî biryara bi hijmara  2254'an a NY'yê wê hewl were dayin ku hikûmeta Sûriyê li nav civaka navnetewî cihê xwe bibîne.''

Jeffrey bi berdewamî got, ''Heta niha rejîma Esad ji bo ku dawî li şer bîne tişta ku divê bike, li Idlibê ku mîsogeriya wê daye, me ti geşedanên mîna agirbestê an jî vexwendina ser komîsyona destûrê nedîtiye.''

Jeffrey wiha domand: ''Ji bo ku dawî li vî şerî were eleqeyeke jidil heye. Lê ev ne tenê ji bo me, ji bo Rûsan jî û beriya her tiştî ji bo rejîma Sûriyê wê biryarên giran hewce bike.''

Her wiha Alîkarê Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Verşîn jî got Rûsya, ''Ji bo ku li Sûriyê çareseriyeke polîtîk a domdar'' çêbibe dixebitin, ji bo ku bigihin ''vizyoneke hevpar'' ew amade ne ku bi DYE'yê re bi koordîne bixebitin.

Sefîrê NY'yê yê Sûriyê Geîr Pedersen jî got ji çareseriya şerê li Sûriyê hevkariya di neqebîna DYE û Rûsyayê de girîng e û Şam jî divê hin tevdîran qebûl bike. Pedersen got, ''Heke ev çênebe, wê Sûriyê nebe endamekî normal ê civaka navnetewî û senaryoyeke bi rîsk heye ku weke ''ne şer û ne jî aştî'' were binavkirin.