DYE û NATO wê leşkerên xwe ji Efganistanê vekişînin

DYE'yê ragihand ku wê heta 11'ê Îlonê leşkerên xwe ji Efganistanê vekişînin. Biryareke bi heman rengî ji aliyê NATO'yê ve jî hate dayin.

DYE û NATO'yê biryar dan ku leşkerên xwe ji Efganistanê vekişînin. Serokê DYE'yê Joe Biden ragihand ku heta 11'ê Îlonê wê leşkerên xwe vekişînin û got, "Armanca xwe pêk anî û wê di dema xwe de vekişe."

Biden got, "Bi dîtina min hebûna me ya li Efganistanê divê li gorî sedema me ya destpêkê be. Ev yek jî ew bû ku Efganistan ji bo êrişa li ser welatê me weke baregehekê neyê bikaranîn. Me ev yek kir. Me ev armanca xwe pêk anî."

Biden anî ziman ku ji 1'ê Gulanê û pê ve wê vekişîn dest pê bike û ev yek wê nebe "cihêbûnek bi lez."

Biden destnîşa kir ku hêzên DYE û NATO'yê beriya salvegera êrişên 11'ê Îlona 2001'ê wê ji herêmê derketibin.

HÊZÊN NATO'YÊ JÎ WÊ VEKIŞIN

Di çarçoveya biryareke doh a civîna NATO'yê de, hêzên biyanî yên ser bi NATO'yê wê hemû beriya 11'ê Îlonê ji Efganistanê hatibin vekişandin.

Niha li Efganistanê derdora 7 hezar leşker hene ku ne DYE'yî ne. Ji bilî welatên endamên NATO'yê her wiha leşkerên ji Awûstralya û Zelanda Nû jî li Efganistanê hene. Hate ragihandin ku hejmara leşkerên DYE'yê 2500 kes in.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg bi Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken û Wezîrê Parastinê Lloyd Austin re hevdîtin kir û got, "Biryar bi zor û zehmetî hatiye wergirtin."