YE peymana nukleer parast

Serokê DYE’yê Donald Trûmp bang li welatên Ewropayê kiribû ku bila xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişîne. Yekîtiya Ewropayê peyman parast.

Keyîtiya Yekgirtî, Fransa û Elmanya jî îmze dane peymana nukleer. Rûsya û Çîn di peymanê de ne, lê DYE di Gulana 2018’an de xwe ji peymanê vekişandibû.

Serokê Konseya Ewropayê Charles Mîchel diyar kir ku “Ev peyman piştî muzakereyên navneteweyî yên 10 salan serkeftineke girîng e.”

Mîchel bi telefonê bi Serokkomarê Îranê Hasan Rûhanî re axivî û diyar kir ku ew dixwazin alozî kêm bibe.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp jî roja Çarşemê daxuyanî dabû û bang li welatên Ewropayê kiribû ku bila xwe ji peymanê vekişînin.

Mîchel bi daxuyaniya nivîskî got ku “Berjewendî û fikra Yekîtiya Ewropayê heye” û bang li Serokkomarê Îranê kir ku bila ‘dûrî çalakiyên tund be.’